Li navçeya Sirûcê ji ber şerê li Kobaniya navçeya Helebê ev 4 meh in ku perwerde rawestiyabû, lê îro careke din zengila dersan lê da.
Li navçeya Sirûca li ser sînorê Sûriyeyê ji ber şerê rêxistina terorê DÎŞI û hêzên Kurdan fealiyetên perwerdeyê asê bû. Ji ber pevçûnan li du Dibistanên li taxa Murşîtpinar û Kendîrîciyê perwerde rawestiya, mamoste û xwendekarên li vir derbasî Dibistana Yalincayê kirin.
Walîtiya Rûhayê 4 meh berê ji ber sedemên ewlekariyê biryara tehliyeyê dabû û piştî ku ev biryar hat betalkirin, qaymeqamtiya navçeyê tadîlata dibistanên li herêmê kir û ji bo perwerdeyê dibistan cardin amade bûn. Xwendekaran piştî 4 mehan ji nû ve li dibistanên xwe dest bi dersan kirin.
Qaymeqamê Sirûcê Abdûllah Çîftçî di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran de diyar kir ku du dibistanên li ser sînor ên ku 4 meh berê hatibûn girtin, careke din hatin vekirin û li van dibistanan perwerdeyê dest pê kir.
Xwendekaran jî diyarkirin ku perwerdeya li dibistaneke din gelekî zehmet e û ji ber vê çendê ew gelekî kêfxweş in ku cardin dibistana wan vebû.