20 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
SÎVAS
Kurê Aşiq Weysel Ahmet Şatirogluyê 82 salî di salvegera 43emîn a mirina bavê xwe de behsa wî û bîranînên xwe kir.
Hozanê navdar Aşiq Weysel di 21ê adara 1973an de wefat kir. Sibê salvegera 43emîn a mirina wî ye.
Ahmet Şatiroglu (82) ji 6 zarokên Aşiq Weysel yek e û li Şarkişlaya navçeya Sêwasê dijî. Şatiroglu di salvegera mirina bavê xwe de ji nûçegihanê AAyê re behsa bîranînên xwe kir.
Şatiroglu got ku Aşiq Weysel mirovhêzek bû û ji hemû mirovan hez dikir, dema bavê wî diçû turneyan wî jî tembura bavê xwe pê re dibir.
Şatiroglu anî ziman ku ew bîranîn qet ji bîra wî naçin û wiha axivî: "Beriya ku besteyên xwe çêbike stranên hunermendên din digot. Li gund pireyek hebû, di bin wê pirê de hînî lêxistina temburê bû. Dema ku dest bi gotina strana kir ewil strana 'Mecnun im ez, min Leylaya xwe dît' got. Piştî ku beste çêkirin bi tenê stranên xwe got."