20 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da 13 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Li navenda bajêr ji bo girtina endamên PKKya rêxistina terorê, rakirina barîkatan, îmhakirina teqemeniyên veşartî, peydakirina ewlehiya can û malê gel, derketina derva hat qedexekirin û hêzên ewlehiyê di 14ê adarê da "Operasyona Cendirmeyê Cangorî Ustegmen Mehmet Çîftçî" dabû destpêkirin û operasyon didome.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, di operasyona ku Hêzên Çekdarên Tirk û hêzên ewlehiyê bi hev ra dikin da 13 terorîstên din jî hatin kuştin. Bi van va hejmara kuştiyan derket 28an.
Li herêma operasyonê şer û pevçûna navbera harekata taybet a cendirmeyan û tîmên harekata taybet a polêsan zêdetir bûn. Di encama xebatên hêzên ewlehiyê da 3 barîkatên ku terorîstan danîbûn, hatin rakirin û 39 teqemeniyên ku bi destan hatibûn çêkirin, hatin îmhakirin.
Teqemeniyên ku di çalan da hatin veşartin hatin dîtin û îmhakirin.
Teqemeniyên li taxa Yeşîlyurtê jî hatin teqandin.