MUŞ
Çalakvanan li Vartoyê dest danîn ser hacetên nûçegihanên AAyê û yê ÎHAyê û çapxaneya rojnameya Varto Xeberê şewitandin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin du rojan rêbeja Varto û Karliovayê bi destê alîgirên PKKê hat girtin û piştî midaxileya hêzên ewlekariyê rê hat vekirin.
Dema ku hêzên ewlekariyê midaxileyî çalakvanên ku rê girtibûn dikirin di heman demê de hin alîgirên PKKê çalakiya bêdestur li dar xistin û agir berî avahiya AK Partiyê û hin saziyên dewletê dan û êrîşî çapxaneya Varto Xeberê kirin.
Çalakvanan deriyê çapxaneyê bi varyozan ve şikênandin û agir berî çapxaneyê dan.
Çalakvanan ji bo ku pêşiyê li hêzên ewlekariyê bibirin barîqat danîn ser rê û erebeya ku nûçegihanên AAyê û yê ÎHAyê tê de bûn dan sekinandin.
Çalakvanên rûpêçayî nûçegihan ji erebeyê peya kirin û dest danîn ser makineya wêneyan û têlefonan û nûçegihan ji herêmê dûr xistin.
Nûçegihan ji bo ku hacetên xwê paşda hildin xebitîn, çend saetan şûn de makîne û têlefonên xwe paşda hildan lê belê kartên makîneyan hatibûn derxistin û dîmen jê biribûn.
Çalakiya li navenda navçeyê heta êvarê dewam kir. Wekîlê Qaymeqam Fatîh Demîr, parlementerê Mûşê yê HDP Demir Çelîk û Şaredar Sabîte Ekînciyê navçîtî kirin û paşê çalakî dawî bûn.
Wekîlê Qaymeqamê Vartoyê Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî midaxileyan bûyer dawî bûn û ji Xwedê re şikûr ku tu kes birîndar nebû.
Nûçegihanê AAyê Seyît Ahmet Eksîkê ku çalakî dişopand diyar kir ji bo ku çalakiyên rêgirtinê hatiye navçeyê û ji bo ku nûçeyên xwe binivîsînin piştî ku rê hat vekirin jî vegeriyan navenda navçeyê.
Eksîk destnîşan kir dema ku hêzên ewlekariyê midaxileyî çalakiya rêgirtinê dikirin di heman demê de hin kesan li navenda navçeyê çalakî li dar dixistin û wiha axivî:
Wextê ku em hatin navenda navçeyê çalakvanan dikan talan kiribûn. Em ji di nav çalakvanan de man. Molotof avêtibûn avahiya AK Partiyê û şewitandibûn. Me ji vir dîmen girtin û em derbasî cihekî ewledar bûn. Çapxaneya rojnameyekê jî şewitandibûn. Çalakvanan li wê derê pêşiya hevalên me birîbûn û dest dabûn ser makîne û têlefonên wan. Paşê em ketin têkiliyan û 10 saetan şûn de me makîne û têlefon para sitandin. Lê belê kartên wana jê hatibûn derxistin. Em ê bi rêyên qanûnî ve heqê xwe bigerin. Daxwaza me ew e ku ev bûyer dawî bin."