Emin Tezerdi
29 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2024
Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê di qezaya trafîkê ya ku 3 wesayît li hev qelibîn da 3 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê A.E. û plaqeya wê 01 VAH 60 li nêzîkî gundê Karaburunê ya li ser rêya Golbaşi û Kahramanmaraşê li wesayîta ku plaqeya wê 01 AL 877 û wesayîta ku plaqeya wê 44 ACF 933 yên ku navê şofêrên wan hê nehatine diyarkirin qelibî.
Di qezayê da şofêr A.E. û 2 kesên di wesayîtê da bûn birîndar bûn.
Ekîbên Tenduristiyê ya Rewşa Bilez a 112yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.