Haydar Şahin
22 Hezîran 2019•Rojanekirin: 22 Hezîran 2019
Li Aksekiya navçeya Antalyayê otobêsa rêwiyan welgeriya û di qezayê da 20 kes birîndar bûn, rewşa 4 kesan giran e.
Otobêsa bi pîlaqeya 42 ADF 220 a hê nasnameya ajokarê wê nayê zanîn li tanga Murtîçiyê ya li ser rêbejaya Aksekî-Manavgatê welgeriya.
Di qezayê da 5ê wan zarok 20 kes birîndar bûn. Gelek ambûlans û wesayîtên agirkujiyê sewqî herêmê kirin.
Welatiyên ji wê derê derbas dibûn kesên birîndar ji otobêsê derxistin. Welatiyan bi şemsiye, carcim û naylonan kesên birîndar mihefeze kirin ku serma nekin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li dorberê, hat ragihandin ku rewşa 4 birîndaran giran e.