16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li herêma Metînaya li bakurê Iraqê di herekata asîmanî da hedefên ku ji aliyê PKKya rêxistina terorê va wekî kozikê çekan, sitargeh, hêwirgeh û depoya cebilxaneyê tên bikaranîn hatin îmhekirin.
Wezareta Parastina Neteweyî ji ser hesabê xwe yî Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku li herêma Metînayê ya li bakurê Iraqê herekata asîmanî hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di encama herekatê da kozikê çekan, sitargeh, hêwîrgeh û depoya cebilxaneyê ya ku ji aliyê PKKya rêxistina terorê va tên bikaranîn hatin îmhekirin.