Zafer Tayfur
04 Mijdar 2022•Rojanekirin: 08 Mijdar 2022
Li Başqeleya navçeya Wanê ya ku di erdheja bi lerza 5,9an a ku par li Xoya bajarê Îranê çêbû û 10 kes jê mirin, 67 kes jî birîndar bûn mifteyên 75 avahiyên ku ji hêla TOKIyê va ji bo kesên ku malên wan xisar dît hatin çêkirin teslîmî wan kirin.
Li Taxa Ozpinarê ya ku di erdhejê da xisar dît pişkên 75 avahî û 16 axurên ku hatin çêkirin hat avêtin.

Di bernameya li taxê da Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Mustafa Çelîk û Midûrê Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr Alî Îhsan Korpeş miftetên wan dan mifteyan û gotin ku bila bi xêr be.
Korpeş di daxuyaniya xwe da got ku wekî hemû afatan da di erdheja li Başqeleyê da jî hemû derfetên dewletê pêşkêşî xizmeta welatiyan kirin.
Korpeş destnîşan kir ku di erdheja Îzmirê da çi hatibe kirin li Başqeleyê jî heman tişt hat kirin û wiha axivî:
"Welatê me li herêma erdhejê ye, ji ber vê jî avahî ji bo erdhejê qayîm hatin çêkirin. Li Îzmirê li navçeya Bayrakliyê çi hatibe kirin li navçeya me ya Başqeleyê jî heman tişt hat kirin. Me îro 75 avahiyên xwe teslîmî xwedan mafan kir. Em ê di demek kurt da avahiyên etaba duyemîn xilas bikin û teslîmî welatiyên xwe bikin."
Mixtarê Taxa Ozpinarê Cezmî Arslan jî diyar kir ku xwediyê avahiyên gelekî xweşik in.
Arslan got kêfxweş in ku bi pişkavêtinê gihaştin malên xwe û ev gotin: "Me îro mifteyên avahiyên xwe hildan. Xaniyên ku em nikarin xeyal bikin hatin çêkirin. Ez li ser navê gundiyên xwe û erdhejzedeyan spas dikin. Xwedê zewalê nede dewleta me."
Ahmet Arslanê xwedan heq jî behs kir ku dewlet xwedî li wan derket û got ku "Avahiyên me gelekî xweşik çêbûn û me eciband. Xwedê ji rayedaran razî be."