Ahmet Işık
30 Hezîran 2021•Rojanekirin: 30 Hezîran 2021
Li Batmanê 18 zeviyên berzelingan (lewante) hatin çinîn.
Hulusî Şahînê Waliyê Batmanê li gundê Unsaldiya li ser navçeya Qozlixê beşdarî xebata çinîna berzelingan bû.
Şahîn got di 2018an da dema tayîna wî derketiye Batmanê ji bo ku li bajêr çandinî pêşva here li ser hin mijaran axivîne.
Şahîn anî ziman li Batmanê eraziyên baş ên nayên avdan hene ku ax, tav û ba jî tesîreke baş li ser erazî dike û ji ber vê wan biryar daye li hin zeviyan berzeling bê reşandin.
Walî Şahîn got li Sasonê tûfiringî zêde heye û wiha dewam kir: "Li her derê Tirkiyeyê tûfiringî heye, lê behn û tehma tûfiringiyên Sasonê cuda ye. Me got heke ev ax tehm û bêhneke wiha xweş dide tûfiringiyan ew dikare vê bide ber û berhemên din jî. Piştî vê me biryara reşandina berzelingê da. Em niha nebatên aromatîk yên tibî jî diceribînin û em gihîştin asteke baş. Berzeling piştî 4 salan baştir dibe û qasî 25 salan dewam dike. Me ji sala ewil pê va berzeling berhev kir û em ê îsal zêdetir bi dest bixin."
Şahîn got bihayê berzelingê baş e, ew dixwazin cotkar berzelingê bireşînin û wiha axivî: "Berzeling tenê di qada kozmetîk û tibê da nayê bikaranîn, di gelek qadên din da jî tê bikaranîn û gelekî li Batmanê hat."