İbrahim Atmaca
27 Tebax 2020•Rojanekirin: 29 Tebax 2020
Li Batmanê 250 kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin û paşê qenc bûn, ji bo tedawiya îmmun plazmayê xwîna xwe dan.
Piştî hat gotin ku rêbaza îmmun plazmayê di tedawîkirina şewba Kovîd-19ê da alîkariyê dike, Navenda Xwînê ya Batmanê ya Heyva Sor a Tirk ji kesên ku nexweş ketine û paşê baş bûne ra têlefonê vedikin an jî peyamê dişînin û wan ji bo îmmun plazmayê dewet dikin ku xwînê bidin.
Midûrê Navenda Xwînê ya Batmanê ya Heyva Sor a Tirk Hakki Îpek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi 3 cîhazên plazmayê va ji bo nexweşên Kovîd-19ê xwîna plazmayê hildidin.
Îpek diyar kir ku wan 15 roj berê dest bi hildana xwîna îmmun plazmayê kir û wiha dewam kir:
"Me di 15 rojan da ji 250 kesî 500 unîte xwîna plazmayê hilda. Nêzî temamiya unîteyên xwîna plazmayê gihîştin nexweşên ku tedawî dibin. Heke welatî bên û xwîna xwe bidin, em ê weke Heyva Sor stoqa xwîna plazmayê çêkin. Heke nexweşxaneyên me daxwaz bikin jî em ê demildest ji nexweşan ra bişînin."
Îpek diyar kir ku kesên ku emrê wan di navbera 19 û 60î da ne, dikarin ji bo îmmun plazmayê xwîna xwe bidin û wiha dewam kir, "Divê ser nexweşiyê ra 28 roj derbas bibe. Her wiha kesên xwînê didin em testa wan a antîkorê jî dikin."