İbrahim Toprak
30 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2023
Li Batmanê di komurdankê de cesedê keçikeke 7 salî hat dîtin.
Li gorî agahiyan li taxa Beşevlerê piştî ku eqrebeyên A.Aya keçika xwendekara pola 2yan dîtin di komurdankê de bi hereket sekiniye, xeber dana rayedaran.
Ekîbên Servîsa acil a 112ê û polîs ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin û tesbît kirin keçikê canê xwe ji dest daye.
Cesedê keçikê bi mebesta otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê.
Ekîbên polîsan derbarê bûyerê de bavê keçikê Ö.F.A binçav kirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.