BATMAN
Walîtiya Batmanê ragihand ku şikbarê bûyera li gundê Orensuya navçeya Kozlukê Fevzî Taş întihar kir. Li vî gundî 7 kes hatibûn kuştin.
Walîtiyê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Li Orensuya gundê navçeya Kozluka bajarê me, di 2yê tebaxa 2014an de êrîşa biçek hatibû kirin û di êrîşê de 7 welatiyên me miribûn. Ji şikbarên vê bûyerê kesê bi navê Fevzî Taş li nêzî gundê ku bûyer lê çêbû di saet 16.30î de bi saçmeyê gule berda xwe û xwe kuşt."
Fevzî taş li gungê Orensuyê mirî hatibû dîtin.