26 Gulan 2017•Rojanekirin: 27 Gulan 2017
BATMAN
Li Kozluka navçeya Batmanê teqemeniya ku terorîstên PKKyî li rêya navbera gundê Yediboluk û bolukkonanê çal kiribûn teqandin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Teqemeniya ku terorîstan di navbera herdu gundan çal kiribûn di dema derbasbûna wesayita sivîl ya ku melzeme diguhastin qereqolê de hat teqandin. Di teqînê de Idrîs Yuksel (36) canê xwe ji dest da û Ilyas Çetînbaş (45) bi giranî birîndar bû.
Çetînbaş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê.
Li herêmê li dijî rêxistina terorê operasyon har dest pêkirin.