21 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
DİYARBAKIR
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy diyar kir ku tê plankirin, piştî xebatên lêgerînê yên li Kaynartepeya taxa Baxlara navçeya navend a Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat rakirin.
Walî Aksoy li Hêwana Sporê ya Midûriya Şaxa Hêzên Çevîk a Midûriya Ewlekariya Bajêr, dema muhîmatên di operasyona dijî rêxistina terorê ya navçeya Baxlarê da hatin desteserkirin dihatin nîşandan axivî. Aksoy bibîrxist ku wan li ser agahiyên wekî ew ê rêxistina cudakar a terorê li herêmê kozikan vede û "ewlhiya gel bike xeterê, mal û kargehên gel dagir bike, bi rêya çewisandin û şidetê gel bitirsîne" wan di 14ê adarê da mudaxaleyî herêmê kir.
Aksoy destnîşan kir ku endamên rêxistina terorê ji bo rê li ber mudaxaleya hêzên ewlekariyê bigrin, hewl dan ku bi 16 wesayitên welatiyan berîqat deynin. Aksoy got ku li ser vê di 15ê adarê da di saet 03.00an qedexeya derketina derva hat îlankirin û di 16ê adarê da ji bo mudaxelkirinê alîkarî ji Fermandariya 7emîn Kolorduyê teleb hat kirin.
Aksoy diyar kir ku di operasyonê de polêsek cangorî bû, 16 polês birîndar bûn; herwiha 10 endamên rêxistina terorê ya cudakar hatin kuştin, 16 jê birîndar bûn û 23 endamên rêxistinê jî hatin qefaltin. Aksoy ragihand ku gelek muhîmat hat desteserkirin, 50 barîqat hatin rakirin û ser 10 kozikan hat girtin.
- Ji bo pîrozbahiyên Newrozê tewdîrê ewlehiyê hatin hildan
Walî Aksoy destnîşan kir ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên dê îro li Diyarbekirê bên kirin bê bûyer derbas bibin tewdîrên ewlehiyê hatin hildan û wiha dewam kir:
"Bi taybetî ji bo li Diyarbekirê Newroz di qadeke ewle da bê pîrozkirin 5 hezar û 205 kes hatin wezîfedarkirin. Li ser daxwza me, Wezareta Karên Navxweyî ji herêmên din hezar û 169 personel şandin Diyarbekirê. Daxwaza me ya hevpar e ku Newroz bi dilxweşî bê pîrozkirin. Mafê kesî tune ku hizûra Diyarbekirê xirab bike. Hêvî dikim ku hemû kes bi vê hişmendiyê Newrozê pîroz bikin."