ŞIRNAK
Li navçeya Cîzîrê ya Şirnakê tirimbêlek û motorsîklêtek li hev ketin, di encamê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, tirimbêla bi pleqaya 73 SE 700 Mûrat Olgaç û motorsîklêta ku ji hember ve dihat li rêbejaya Nisêbînê li hev ketin.
Di encamê de Veysi Korkem (11), Hasan Korkem (15) digel ajokaren bi navê Olgaç û Îbrahîm Yalgatekîn birîndar bûn.
Birîndarên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê girtin bin tedawiyê can dan. Tedawiya Veysî Korkem û Hasan Korkem hêj jî dewam dike.