BITLÎS
Li Bidlîsê piştî ku şert û mercên berfê hatin cih li Tesîsa Xweşiqitandinê ya Çîtkayayê sezona xweşiqitandinê dest pê kir.
Midûrê Spor û Ciwaniyê yê Bidlîsê Muzaffer Guven daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li pîsta li tesîsê ji bo xweşiqitandinê şert û mercên berfê temam bûne û sezona xweşiqitandinê ya 2013 û 2014an dest pê kiriye û wiha got: "Tesîsa me niha pir qerebalix e. Em hemû bidlîsiyan vedixwînin tesîsa xwe. Pîsta xweşiqitandinê piştî xebatan niha ewletir e. Ji pîsta xweşiqitandinê zarok, ciwan û kal û pîr jî dikarin îstifade bikin. Tesîs li navenda bajêr e û ev jî firsendeke girîng e."