Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li qada Komarê ya Ordûyê di merasima vekirinên komî de xitabî gel kir.
Erdogan bal kişand ku di van rojên dawiyê de bi îdiayên gendeliyê ve li dijî hikûmetê operasyon tên kirin û wiha got: "Niha gendeliyek derxistin. Ev operasyon li dijî hikûmetê ye. Ew wisa difikirîn, lê belê ev operasyon li dijî gel e. Çima? Ev hikûmet ya gel e."
Erdogan got "niha yê xwe bi derewa xwe veşêrin" û wiha axivî:
11 sal berê me dest bi vê wezîfê kir. Qezenca neteweyî ya welêt di 79 salên dîroka Komarê de 232 mılyar dolar bû, me di 10 salan de derxiste 782 milyar dolarî. Ji IMFyê re 23,5 milyar dolar deyn hebû me ew deyna da. Hûn jî dizanin ku me 14ê gulanê de bi tevahî deyn qedand.
Me niha rekoreke dîrokî bi dest xist. Me di Bankeya Navendî de 1356 milyar dolar da ser hev. Mirov gava ku desthilatiyê rexne dike divê pêşyê van bizanibe. Niha jî tiştekî din ketiye dev diranê wan, wê dibin û tînin. Benîştê gendeliyê. Nav li ser me namîne. Em dek û dolabên van xirab dikin û di rêya xwe de dimeşin.
"Ev kemîna li berî desthilatiyê neheqî ye"
Erdogan got: "Gelê min ê ezîz ev dek û dolab gişk dîtin, ewelallah di 30yê adarê de ev dek û dolabê xirab bibin" û wiha axivî:
"Bûyerên dawîn perçeyekî operasyoneke wisa ye ku aliyên wê yên navneteweyî hene û taşeronên wê yên herêmî hene. Ev operasyon li dijî Hikûmetê pêk tê. Yanê aliyên wê yê navneteweyî û herêmî hene. Li holê bêbextiyeke eşkere heye. Em ê li ber xwe bidin. Çimkî ne tenê ji bo AK Partiyê, ji bo Tirkiye bihêz dibe, aciz dibin. Em ê hesabê vê yek bi yek bipirsin bi rêya hiqûqî û bi sandiqê bipirsin."