16 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
BIDLÎS
Hat ragihandin ku mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku rêya Bidlîs-Sêrtê birîn makîneyeke kar şewitandin û gule berdan trafoya cêyranê ya li herêmê û zirar danê.
Walîtiya Bidlîsê daxuyaniyek da û da zanîn ku berêvarê komeke terorîstan a 7-8 kesî nêzî gundê Ortakapiyê ya rêbeja Bidlîs-Sêrtê rê birîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mensûbên rêxistina terorê nêzî 40î wesayît dan sekinandin kontrola nasnameyên kesên di wesayîtan de kirin û wiha hat gotin:
"Mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker saet 19.45an de dawî li çalakiya rawestandina wesayîtan anîn û reviyane ber bi îstiqameta gundê Ortakapiyê. Di dema revê de gule berdane trafoya cêyranê ya li kêleka rê û xisar danê. Her wiha makîneyeke kar a li şantiyeya rê jî şewitandine û xisar danê. Di bûyerê de tu kes nemiriye. Der heqê bûyerê de tehqîqata edlî dan destpêkirin."