16 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
GUMUŞHANE
Li Kurtuna navçeya gumuşhaneyê depoya terorîstên PKKyî hat dîtin.
Walîtiya Gumuşhaneyê daxuyaniyek da û diyar kir ku li çolwara navçeya Kurtunê di çarçoveya operasyonên ku ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr dikin de depoya terorîstên PKKyî hat dîtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di depoyê de gelek belgeyên rêxistinî, melzemeyên jiyanê hatin dîtin û hat gotin ku "Hêzên me yên ewlehiyê bi piştgiriys gelê me yê herêmê jî li tevahiya bajarê me ji bo ku aramî û ewlehiyê pêk bîne bê navber fealiyetên operasyonel dike."
Tê nirxandin ku depo ji aliyê çek û cebilxaneyê ve stargeha herî mezin a rêxistinê ya li Rojhilatê Behra Reş e û di depoyê de bixiyek, tifingeke M16, 19 bombeyên destan, 2 mekanîzmayên teqemeniyên bidestçêkirî, 70 kîlogram amonyum nîtrat, 4 heb belgeyên rêxistinî, 14 funyeyên bi cêyran ên ku di çêkirina teqemeniyê de tê bikaranîn, 12 heb funyeyên mekanîk, regulatorek, 13 şarjorên keleşan, 3 heb şarjorên M16an, aparatên melzemeyan, derman, melzemeyên jiyanê, aletên şarjkirina pîlan, panêle tavê ya biçûk hatin bidestxistin.