13 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2015
BÎNGOL
Ekîbên Fermandariya Lîwaya Qomandoyan a 49an li Bîngolê di operasyonê da 26 sitargehên PKKya rêxistina terorê îmhe kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiya Bîngolê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Lîwaya Qomandoyan a 49an li Çiyayê Şeytan û Geliyê Maltepeyê yên di nav sînorê navçeya Adakliyê da operasyon kirin û di operasyonê da 26 sitargehên PKKya rêxistina terorê tesbît kirin.
Ekîban di operasyona ku 72 saetan dewam kir da li 26 sitargehên ku hatin tesbîtkirin geriyan, di lêgerînê da tivingeke bîksî, 5 bombeyên desta, 2 keleşkof, 2 bêtêl, 15 jajorên keleşkofan, bêtêleke wesayîtan, dûrbînek, 8 yêlegên şer, 11 çenteyên pişta, 5 kîlo teqemenî, 20 kîlo amonyûm nîtrat, 15 tûpên mezin, 6 tûpên piçûk, 12 top qabloya 15 metreyî, 20 metre qabloya sor, hezar û 120 metre qabloya ceyranê, 100 metre boriyên qabloya ceyranê, 2 kîlo mixên înşaetê, 48 fîşengên hewayê, gelek amûrên jiyanê û dokûmanên rêxistinê hatin girtin.
- Cesedê terorîstekî hat dîtin
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di lêgerînê da cesedê terorîstekî jî hat dîtin, dibe ku ev kesa rêxistinê înfaz kiribe.
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê bi piştgiriya welatiyan têkoşîna li dijî terorîstan bi biryardarî bidomîne.