BÎNGOL
Li gor daxuyaniya WalîtiyA Bîngolê ji hêla Fermandariya Cendirmeyan ya Bajêr li navçeya Gencê li gundên Yeniyazi, Dîreklî, Yelkaya û Bulgurluyê hat bihîstin ku çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir tê kirin. Li ser vê yekê di 13-18ê tebaxê de Tîmên Taybet yên Cendirmeyan, Qomandoyên Cendirmeyan, Îstixbarat û qoriciyên li gundan bi tevahî nêzî hezar personelî operasyonek li dar xist.
Di operasyonê de kûçikên narkotîkê jî hatin bi kar anîn. Hat gotin ku di 41 donim erazî de miyonek 304 hezar û 510 kinif û tonek û 292 kîlo 800 gram esrar hat bidestxistin. Di operasyonê de 10 kes girtin bin çav û ji van 10 kesan A.A, R.A, Ş.O. û H.T. Li dadgehê CEZAYÊ hepsê xwarin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di piyaseyê de bihayê madeyên ku hatin bidestxistin li ser hev 27 milyon lîra ye.