Burak Akay
04 Îlon 2021•Rojanekirin: 05 Îlon 2021
Li Bozcaadaya navçeya Çanakkaleyê 59 koçberên bêdestûr ên li ser behrê di keştiyekê da asê man, hatin xelaskirin.
Keştiya ku tê da 59 koçberên bêdestûr hebû ji ber ku makîneya wê xirab bû li ser behrê asê ma.
Ji ber ku keştiyê alîkarî xwest tîmên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê hatin û koçberan xelas kirin.
Koçberên ji welatên cuda ne piştî kar û barên wan ên qanûnî temam bû teslîmî Navenda Paşveşandina Biyaniyan a Ayvacikê hatin kirin.