31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê di operasyona li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê da 2 polês û eskerek cangorî bûn.
Li navçeyê ji bo çalên ku mensûbên rêxistina terorê kolane werin dagirtin, barîkat werin rakirin, teqemeniyên ku li ser rê û dirban hatine danîn werin îmhakirin û ji bo terorîst ji herêmê werin safîkirin "Operasyona Astsûbayê Cendirme Çawîşê Biqidem Burak Demircî" dewam dike.
Li sikaka Reyhanê ya taxa Cûdiyê terorîstan êrîş kir û leşkerek û polêsek giran birîndar bûn.
Polês û leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, lê digel hemû midaxaleyan xelas nebûn û cangorî bûn.