06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
ANKARA
Bi Balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Tirk operasyona esmanî birin ser çoltera Çûkûrcaya navçeya Hekariyê, di operasyonê da 3 endamên PKKya rêxistina terorê hatin kuştin. Di operasyonê da mewziyek doçkayê jî hat îmhakirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê, îro navbera saet 11.04-11.08an da bi balafirên şer Hêzên Asmanî yên Tirkiyeyê operasyon birin ser çoltera Çûkûrcayê. Di operasyonê da 3 terorîst hatin kuştin û mewziyekî doçkayê jî hat îmhakirin.
Ji aliyê din va di Operasyona Çawişê Biqidem Binefser Şehîd Bahrî Ûçûş da, terorîstê mensûbên PKKya rêxistina terorê yê ku ji aliyê Fermandariya 1emîn Tûgaya Komandoyê va teslîm hat girtin, cih nîşan da. Li ser vê di şekefteke li Girê Çîlekliya Çûkûrcayê da hejmareke zêde çek û muhîmat hat desteserkirin.