Türkan Tosun
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Cizîra navçeya Şirnexê Şaredariya Cizîrê ji bo ku navçe bi nêrgizan bê nasîn xebatek da destpêkirin.
Qaymeqam û Cigirserokê Şaredar Faîk Arican daxuyand Çiyayê Cudiyê û quntara wê ji hêla cureyên nêrgizan va pir dewlemend e, lê ji ber ku êdî gelek cih wek zevî tên xebitandin nêrgiz jî wek berê zêde naminîn.
Arican got ji bo cureyên nêrgizan bên parastin û ew di dahatûyê da bigîhîjin nifşê nû şaredariyê xebatek da destpêkirin.
- 13 hezar nêrgiz danîn

Arican anî ziman ji gundan 13 hezar nêrgiz hatine berhevkirin û li baxçeyekî taybet ê li ber Çemê Dîcleyê hatine danîn ku ew bên parastin.
Qaymeqam Arican got par li navçeyê Mihrîcana Nêrgizan hatiye lidarxistin û îro jî ewê ya duyemîn li dar bixin, ji bilî vê di bin banê şaredariyê da radyoyeke bi navê Nergîs FM hatiye avakirin.
- "Emê ji nêrgizan sabûn û parfûmê çêbikin"
Ayten Botana Kordînatora Projeyê jî got nêrgiz ji bo navçeyê girîng e, berê malbatan navê "Nêrgiz"ê didan dergûşên qîz û wiha dewam kir: "Me 13 hezar nêrgiz danî. Em dixwazin him wek kulîlka nêrgizê him jî koka wê bifroşin. Li Tirkiyeyê 7 cure nêrgiz heye ku jê 4 cure li navçeya me ye. Em dixwazin bi jinên cotkar va li gundan hilberîna nêrgizan bikin. Ji bo sabun û parfûma ku bêhna nêrgizê jê tê bên çêkirin em xebatan dikin."
Welatî Husnu Mumdar (38) jî ji ber vê xebata şaredariyê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Emîn Oktenê ji Silopiyê hatiye jî got bi saya vê xebatê êdî nêrgiz wê ji tunebûnê xilas bibin.