25 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand di êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê bi wesayiteke bombebarkirî dijî qereqoleke Diyarbekirê li dar xistin da 3 leşker cangorî bûn û 24 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyekê malpera fermî ya Sererkaniyê, duh seat derdora 21.10an da li dijî qereqola Mermerê ya li ser rêbejaya Diyarbekir-Licêyê, ji aliyê endamên PKKya rêxistina terorê va bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 3 esker şehîd ketine û 24 esker jî birîndar bûne. Eskerên birîndar bi mebesta dermankirinê ji nexweşxaneyê ra hatine sewqkirin.