Kiliçdaroglû ji bo sersaxiyê bide malbata Berkîn Elvanê ku di bûyerên Parka Geziyê de birîndar bû û li nexweşxaneya lê tedawî dibû mir, çû serdanê.
Kiliçdaroglû tevî xanima xwe Selvî Kiliçdaroglû, Alîkarê Giştî yê CHPyê Gursel Tekîn, Serokbajarê CHPyê yê Stenbolê Ogûz Kaan Salici û namzedê Şaredariya Mezin a Stenbolê ya CHPyê Mûstafa Sarigul hat mala malbata Berkîn Elvan a li Okmeydaniyê.
Kiliçdaroglû nêzîkî 25 deqîqeyan li vir ma û dema ku derket daxuyanî da rojnamevanan.
Kiliçdaroglû got "Xwedê jana kezebê nîşanî tu kesî nede" û qal kir ku diya Berkîn Elvan, Gulsum Elvan û bavê wî Samî Elvan hêj jî gelekî xemgîn in.