Çalakiyên cejna Newrozê yên li Parka Newrozê digel axaftin û muzîkê berdewam dikin.
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak, di çarçoveya çalakiyên Newrozê de bi kurdî axavî û cejna Newrozê ya welatiyan pîroz kir.
Irmakê îdia kir ku "DAEŞ zaroka modernîteyê ya kapîtalîst e. Şoreşa Rojava û Kobanê pîroz be." Irmakê got ku newroz rastiyeke civakê ye.
Irmakê got ku wateyeke Newrozê jî ev e ku Newroz mizgîniya filata ji tariyê ye û wiha pê de çû: "Ji bo vê yekê Newroz li gelê me tê. Bila dost û dijmin tev zanibin ku îro ev sînorên çêkirî ên di nav civaka kurd de çêkirine ji holê rabûn."
Hevseroka Giştî ya PYDyê Asya Abdullahê jî detnîşan kir ku rêyeke çareseriyê heye ev jî siyaseta demokratîk e.
Abdullahê got ku "Tu hêz û êrîş nikarin ber li kêf û coşa Newrozê bigre" û derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha axivî:
"Îro, rêya ku Ocalan nîşanî me dide jî rêya siyaseta demokratîk e, rêya diyalogan e. Ev proje têra çareserkirina pisgirêka kurd û hemû pirsgirêkên din dike. Ji bo vê yekê hemû kesên ku aşîtî û demokrasiyê dixwazin divê li vê projeyê xwedî derbikevin. Divê Kongreya Neteweyî ya Kurd bicive."
Welatiyan piştî axaftinê digel sitranan govend girt û Newroz pîroz kir.
-Ji bo beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin ji Îzmîrê hatin
Şehrîban Adsiza ku digel 10 kesên ji malbata xwe hat Diyarbekirê, destnîşan kir ku ew ji bo pîrozbahiyên Newrozê ji Îzmîrê hatin.
Hin welatî ji ber baranê ji qadê vegeriyan hin jî ketin binê sîwan û kilîmên ji malê bi xwe re anîbûn.