Türkan Tosun
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Bismila navçeya Diyarbekirê wesayîtek li TIRekê qelibî, 4 kes mirin.
Li gor agahiyan li ser rêya Diyarbekir-Bismilê li taxa Uçtepeyê wesayîta ku şofêrê wê Servet Atak û plaqeya wê 34 BHU 14 bû li TIReke ku plaqeya wê 65 NU 342 bû û devê rê parkirî bû, xist.
Di qezayê da şofêr Atak, Necat Atak, Mehmet Alî Sumer û Mehmet Resul Bebe mirin.