Abdullah Tel
28 Mijdar 2020•Rojanekirin: 29 Mijdar 2020
Şehmus Aydinê Şaredarê Sêwereka navçeya Rihayê bi hinceta pirsgirêkên sihetî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Waliyê Rihayê Abdullah Erîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Şaredarê Sêwerekê Aydin daxwaznameya xwe ya îstifayê pêşkêşî wan kir.
Erîn destnîşan kir ku wan daxwaznameyê ji îro pê va kir rewacê û wiha dewam kir: "Wezareta Karên me yên Navxweyî jî hay ji meseleyê heye. Di pêvajoya ji niha pê va da wê alîkarê ewil ê şaredar li ciyê şaredar mêze bike. Wek Walîtî ji îro pê va li gor Qanûna Şaredariyê ya 5393an ji bo ku di nav 10 rojî da civîn bê kirin em ê bangî meclisê bikin. Heke pirsgirêkek dernekeve meclis wê roja pêncşemiyê bicive. Meclisê di nav xwe da wê li gor qanûna şaredariyê û rêgezên hilbijartinê wê şaredar hilbijêre."
Walî Erîn ji ber xebat û xizmetên Aydin ku bo Sêwerekê kir jî spas kir.