19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di şerê ku bi terorîstan re hat kirin de eskerek cangorî bû û eskerek jî birîndar bû.
Qedexeya derketina derve ku ji bo girtina hendekan, rakirina barîkatan, derxistina teqemeniyên ku di keviyên rêyan de hatine veşartin û herêm ji endamên rêxistinê bê paqijkirin hatibû îlankirin, didome. Di çarçoveya operasyonê de bi endamên rêxistina terorê re şer derket.
Di şerê ku qewimî de eskerek cangorî bû û eskerek jî birîndar bû, eskerê birîndar ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê.
Operasyonên ku li dijî terorîstan dest pê kiribûn didomin.