19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Di operasyonên ku li dijî rêxistina terorê ev 4 roj in dewam dike de heta niha 110 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Di roja çaremîn ya operasyonên ku li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz tên birêvebirin de hejmara terorîstên ku hatin kuştin derket 69an.
Operasyonên hêzên ewlehiyê yên ku li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê dibe ser rêxistina terorê ya cudaxwaz didome.
Hejmara terorîstên ku di roja çaremîn ya operasyonan de hatin kuştin derket 69an. Di operasyonên li Cizîrê de 62 û di yên li Silopiyê de jî 6 endamên rêxistinê hatin kuştin û 3 kes jî hatin girtin. Polês û eskerî bi hevdu re operasyonê bi rê ve dibin û heta niha ji hêzên ewlehiyê çawişekî pispor cangorî bû û 22 personel jî birîndar bûn.