Li Diyarbekirê rokêtavêja ku endamên PKKya rêxistina terorê avêtin wesaîta polêsan a bizirx li çayxaneyê ket.
Li gor agahiyan terorîstan li ser kolana Cemîloglu bi rokêtavêjê êrîşî wesaîta bizirx a ku diçû Navenda Polêsan a Baglarê kirin.
Hat destnîşankirin ku rokêt li çayxaneyê ket û di êrîşê da kes nemir û birîndar nebû.
Hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina terorîstan operasyon dan destpêkirin.
Xwediyê çayxaneyê Fesîh Karadeniz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku rokêtavêja avêtin polêsan li çayxaneyê ket.
Karadeniz diyar kir ku rokêtavêj li ciyê girtî ket û wiha got: "Milet li derva, li bexçeyê rûniştibûn. Zêde kes tunebû, heger li hundur bûna wê bimirana."
Karadeniz diyar kir ku ji ber êrîşê di çayxaneyê da nêzî 30 hezar lireyî zirar çêbû.