24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
DİYARBAKIR
Li navçeya Sîlwana Diyarbekirê xwestin ku bombeya destan bavêjin erebeya polêsên ku dewriye diavêtin, lê pevçûn derket, terorîstek mir, yek jî birîndar bû.
Li taxa Selaheddînê, li ser kolana Bitlîsa Kevn polêsên ku dewriye digerandin, ferq kirin ku di hundirê wesayîta li ser rê de du kes hewl didin ku bombeya destan bavêjin wan.
Li ser vê pevçûn derket û di encamê da terorîstek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Yê birîndar xwest ku bireve, lê hêzên ewlekariyê ew girtin.
Piştî mudaxaleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlwanê, birîndar sewqî Diyarbekirê kirin.
Ji hêla din, eşkere bû wesayîta ku di bûyerê da hat emilandin, terorîstan xesb kiribûn û di hundirê wê de bombeyên destan, qederek hişbir û fîşeng hatin dîtin.