27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê bota ku 55 kes tê da bûn û dixwestin bi qaçaxî derbasî Girava Mîdilliya Yewnanistanê bibin binav bû û li gor agahiyên ewil 4 zarok xeniqîn.
Li gor agahiyan 55 kesên ji Efxanistan û Sûriyeyê ku jin û zarok jî bi wan ra bûn, bi boteke lastîk dixwestin bi qaçaxî derbasî Girava Mîdilliya Yewnanistanê bibin û li texma Sîvriceyê ji ber bahoz û pêlên behrê bot binav bû.
Hat destnîşankirin ji ber ku hewar hat daxistin tîmên ewlehiya peravan çûn hewara wan.
Li gor agahiyên ewil 4 zarok xeniqîn.
Hin kesên ku bi destê tîmên ewlehiyê hatin xilaskirin bi bota "TCSG 28" anîn Kuçukkuyuyê û tîmên tenduristiyê midaxele kirin.
Hat diyarkirin ku ji kesên ku hatin xilaskirin 4 kes li Nexweşxaneya Dewletê ya Edremitê tên dermankirin.
- Di 8 operasyonan da 357 kes hatin xilaskirin
Wek mayîn digel hewaya xirab hêzên ewlehiya peravan û xilaskirinê di 8 operasyonan da 357 kesên biyanî xilas kirin.