Fikret Kavğalı
29 Adar 2025•Rojanekirin: 01 Nîsan 2025
Li Yuregîra navçeya navend a Edeneyê di şewata ku li malekî derket da 2 zarok mirin.
Li Taxa Cumhuriyetê li qata jorîn a mala du qatî ya Y.G ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û îtfaiyeyê Şaredariya Bajarê Mezin sewqî cihê bûyerê kirin.
Piştî ku şewat hat vemirandin ekîbn ketin îqametê û tesbîtkirin ku D.G (6) yê astengdarê aqilî û K.C.N (5) mirine.
Hat hînbûn ku dema şewatê Y.G li mala cîranê xwe bûye. Piştî ku xeber hat dayîn malbat hat cihê bûyerê û malbat û xizmên wan nekarîn xwe û giriyan.
Piştî lêkolîna ekîban cenazeyû herdu zarokan rakirin morga Saziya Tibê Edlî.