18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
Li Edeneyê di operasyona dijî kesên tê îdiakirin ku ji ser çapemeniya civakî propagandaya rêxistina terorê dikin da 11 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr dijî kesên hat tesbîtkirin ku ji ser çapemeniya civakî propagandaya rêxistinên terorê yên wekî DHKP-C, THKP-C, TKP/ML û DKP/BOG dikin xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê da li navenda bajêr û li navçeyên Ceyhan û Kozanê di heman demê da operasyon birin ser 12 navnîşanan.
Di operasyonê da yek jê jin 11 gumanbarên ku der heqê wan da biryara girtinê hebû hatin binçavkirin.
Bersûc birin Midûriya Ewlehiyê û hat îdiakirin ku ji bersûcan N.K li ser navê DKP/BOGê li Sûriyeyê tevî pevçûnan bûye.
Piştî miemeleyên wan hatin temamkirin li Yekîneya Tiba Edlî ya Edeneyê kontrola tenduristiya gumanbaran hat kirin û ew sewqî edliyeyê kirin.