Önder Beyter
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
Li Taxa Xarpêt a Elezîzê, 3 kesên ku li tanga zinarê mezin ê di bin parastinê da ê ku wekî "Zinarê Ejderha" tê zanîn û bûye mijara efsaneyan, kolana bêdestûr dikirin bi droneê va hatin tesbîtkirin û girtin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, li Taxa Xarpêtê ya dîrokî bi droneê va dewriye gerand.
Ekîban li nêzîkî qada "Zinarê Ejderha" ya ji ber ku dişibe ejderhayekê ev nav lê kirine û herwiha di bin parastinê da ye, bi droneê va 3 berşik tesbît kirin.
Di operasyona ku hat lidarxistin da F.K, M.Y û E.O. ku li qada Zinarê Ejderha kolana bêdestûr dikirin, hatin girtin.
Miemeleyên berşikên binçavkirî li cendirmeyê berdewam in.