14 Gulan 2016•Rojanekirin: 15 Gulan 2016
ADANA
Li Edeneyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê ya ku 300 polês beşdar bûn da 20 kes hatin binçavkirin.
Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Terorêre ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Edeneyê bi ekîbeke ji 300 polêsî pêk dihat ve li navenda Edeneyê girt ser 24 navnîşanan.
Li navnîşanan 20 gumanbarên ku beşdarî çalakiyên bêdestûr bûne, molotof avêtine polêsan û bi tivingên bipompe va êrîş kirine hatin binçavkirin.
Helîkoptêra polêsan jî piştgirî da operasyonê û kesên hatin binçavkirin ji bo îfadedayînê sewqî ewlehiyê kirin.