24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Ji 25 kesên bikarhênerên ByLockê yên ku di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da ji bo wan biryara girtin hatibû dayîn 16 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat ragihandin ku ji bo 25 gumanbaran bi hinceta ku ByLocka bernameya xeberdanê ya veşartî ya FETOyê bi kar anîne biryara binçavekirinê hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji gumanbaran 16 kes di encama operasyona ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Malî ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê da hatin girtin û ji bo girtina gumanbarên din xebat didomin.