Önder Beyter
24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Li Edremîta navçeya Wanê di kamyonetekê da 29 kîlo û 795 gram eroîn hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li xala ewlekariyê ya li Taxa Kurubaşê ji ber şik û gumanê kamyoneta ku ajokarê wê H.O. û plaqeya wê jî 65 ND 230 e dan sekinandin û lê geriyan.
Di lêgerîna ku seyê narkotîk "Alfa" jî hat emilandin da di 58 pakêtan da 29 kîlo û 795 gram eroîn ku di motora wesayîtê da veşartibûn, hat girtin.
Ajokar H.O. ji ber sûcên "bazirganiya hişbirê" û "sewqkirina hişbirê" hat binçavkirin.