Muhammet Kurşun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ANKARA
Li Enqereya paytext bi beşdariya Şêwirmendê Serkomarê Tirkiyê Îlnûr Çevîk, Balyozê Iraqê li Enqereyê Hîşam Elî Ekber El Elewî, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî, Midûrê berê yê Nahrain Centerê Hemza Cibûrî panêla "Serxwebûna Herêma Kurdistanê" birêve çû.
Şêwirmendê Serkomar Çevîk, der barê avabûna Iraqê de got welat li ser zemîneke şayik hatiye avakirin û hewl dide ku digel komên nijadî tevbigere. Li ser mudaxeleya Emrîkayê jî diyar kir ku ew wek azadker hat lê bû dagirker.
Çevîk li ser pozisyona Emrîkayê wiha axivî:
"Eger Emrîkayê ji bo çêkirina saziyên demokratîk li Iraqê xebat kiriba, dê pirsgirêka terorîzmê li herêmê xelas nebûya jî encamên baş dabûya. Li welat ji ber ku sîstema federal tam rûnenişt, kurd û erebên sunnî gelekî êşiyan û pêvajo bi têkçûnê qediya."
Herwiha got di mijara parvekirina dahata petrolê de lihevkirinek çênebû û loma Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe qanûna petrolê derxist.
Çevîk, bal kişand ser êrişên DEAŞê li Kerkûk û Hewlêrê û got bi yekê re hemû sîstemê zirar dît û pêvajoya avakirina Iraqeke têj çûye: "Ji ber vê yekê di zêhnê însanên Herêma Kurdistanê de têgiha serxwebûnê şîn bû. Zen dikin ku ev dê ji wan re firsenda zêrîn be. Şê mixabin ne wisa ye. Ev fikir dê gelek probleman digel xwe bîne."
Şêwirmendê Serkomarê Tirkiyê got sedî 75ê nifûsê memûr in û sedî 65ê budçeyê ji meaşan re diçe: "Eger Herêma Kurdistanê serbixwe bibe dê bi vê butçeyê xwe çawa îdare bike?"
Çevîk got Tirkiye alîgirê Sûriye û Iraqeke yekgirtî ye û Iraqeke parçebûyî dê li sînorên Tirkiyê bêîstiqrariyê çêke û Tirkiye jî vê naxwaze.
Çevîk herwiha destnîşan kir ku Tirkiyê fikarên xwe yên der barê referandûmê de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihandine û eger referandûm çêbibe dê PKKya ku li Bakurê Iraqê bicî bûye ji Tirkiyê re pirsgirêkeke mezin çêke.

- "Me piştî 2003an Iraqeke nû hêvî dikir"
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî, jî diyar kir ku kurdên li Iraqê ji berê ve di gelek qonaxên siyasî re derbas bûne û got:
"Di nav pêvajoyan de soza ku dê kurd li Iraqê xwedî statuyeke taybet bin hem di dema qraliyê de hem jî di wextê hikûmetên cuda cuda de hatiye dayîn."
Hewramî anî ziman ku kurd li Iraqê wek şirîk nayên qebûlkirin û ji ber sedemên nijadî rastî şiddetê tên.
Hewramî wiha axivî:
"Piştî 2003an me Iraqeke nû hêvî dikir. Dê kurd li vî welatî wek şirîk bihatana dîtin. Sîstema federalî serkeftî nebû. Digel ku di destûrê de heye jî Iraqê bi têgihîştineke federalî nehat birêvebirin û konseyeke federal jî tuneye."
"Em ji biryara referandûmê paşde gav navêjin"
Hewramî behsa birîna budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kir û got:
"Ev rewş ji bo Kurdistanê bi temamî cezakirin e. Em çima rastî cezayekî wisa tên? Dema hikûmeta Iraqê Sibata 2014an ev biryar stend, mixabin nerazîbûneke li dijî vê biryara Bexdayê ji şirîkên din ên siyasî nehat ser ziman."
Şêwirmendê Barzanî axaftina xwe wiha domand:
"Statukoyeke wisa me nagihîne tu ciyî. Loma em referandûmê dixwazin û dixwazin ji xelkê xwe bipirsin. Emê referandûmê di 25ê Îlonê de bikin û em ji biryara xwe ya referandûmê paşde gav navêjin. Ev referandûma ku dê ji bo serxwebûna Kurdistanê çebibe heqê me yê tebîî û hiqûqî ye."
- "Serxwebûn Xeyalek e."
Balyozê Iraqê li Enqereyê Hîşam Elî Ekber El Elewî jî got eger li Iraqê dîktatorî, şer û ambargo nebana û xeletiyên piştî 2003an nehatibana kirin dê welatekî pir dewlemen bûna.
Elewî bibîr xist ku demokrasî li Iraqê di şertên giran de pêşde çûye û hê gelek tişt hene ku bên kirin.
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku di 12 salên Iraqê de her daîm kesek ji Herêma Kurdistanê di serê welat de hebûye.
Ew wiha axivî: "Serxwebûn ji bo Herêma Kurdistanê û xelkê wê xeyalekî hestiyar e. Bêyî ku rewşa tevlihev a li herêmê heye tevlihevtir nebe dê çawa çareser bibe? Em dixwazin vê bibînin."
Midûrê berê yê Nahrain Centerê Hemza Cibûrî jî got vizyoneke iraqiyan tuneye û pirsgirêk ji bo hemû xelkên Iraqê hene.
Di behsa Malikî de jî wiha axivî:
"Herêma Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Lê Barzanî bi xwe Malikî anî wezîfeyê da ku cara duyem bibe Serokwezîr. Dibe ku fikirîbe dê Malikî lê guhdarî bike."