24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Li Beypazariya navçeya Enqereyê wesayîta ku xwendekar dibir û dianî welgeriya û 13 xwendekar birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê Nurullah Çelîk û plaqeya wê 06 SCP 63 bû li taxa Kirbaşiyê welgeriya.
Di qezayê de xwendekar Ceylîn Sude Başaran, Erkan Tokmak, Buşra Çetîn, Ahmet Başaran, Îsa Gunaydin, Ferîdun Başaran, Seher Tokmak, Ummûhan Uysal, Îbrahîm Gunaydin, Kezban Saki, Sevval Tek û Arslan Çetîn birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku hestiyên navmilê Sevval Tek û Arslan Çetîn şikestine.