24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
ADIYAMAN/MALATYA
Li gor Plana Sala 2016an a Hikûmeta 64em ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu eşkere kir, di nav sê mehên ewil da mijara statuya qanûnî ya cemxaneyan jî heye. Hin rîspî û nûnerê komeleyên elewiyan bi vê yekê kêfxweş bûn.
Serokê Giştî yê Weqfa Navenda Çanda Haci Bektaş Welî Hasan Meşelî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar, ji ber ku mijara cemxaneyan di Plana Hikûmetê da cih girt, ew kêfxweş bûn.
Meşelî got ku hin pirsgirêkên dînî, bawerî, civakî û çandî yên elewiyan hene, ev pirsgirêkên han ên ku hezar sal in hene, heta niha nehatin çareserkirin.
Meşelî got ku der barê elewiyan da beriya niha gelek komxebat û civîn hatin lidarxistin, wan bi çendîn cara got ku bila statuya cemxaneyan bibe qanûnî, lê tu encam derneket.
- "Em pîroz dikin û bi kêfxweşî pêşwazî dikin"
Meşelî got ku wan daxuyaniya Serokwezîr Davutoglu ya der heqê elewiyan da bi kêfxweşî pêşwazî kir û wiha dewam kir:
"Cemxane jî tevî plana hikûmetê bûn. Em bi rastî jî bi vê kêfxweş bûn. Elewî girêdayî têgehên dewleta laîq, sosyal û hiqûqê yên Xazî Mustafa Kemal Ataturk in. Elewî alîgirê yekîtî û bihevrabûna millî ne."
- "Elewî hemwelatiyên vî welatî ne"
Pîrê elewiyan Alî Buyukşahîn jî diyar kir, ew kêfxweş in ku li gor bernameya hikûmetê wê di nav 3 mehan da sozê ku dan, wê bi cih were.
Buyukşahîn daxuyand ku gelek pirsgirêkên elewiyan hene, elewî li bendê ne ku li gor baweriya wan xizmet werin kirin, welatekî ku demokrasî lê tê xwestin, divê li gor baweriya her kesî jê ra xizmet were kirin.
Buyukşahîn got: "Birêz Serokwezîr Ahmet Davutoglu axivî û got ku statuya cemxaneyan wê bibe fermî. Jixwe em jî vê yekê pir dixwazin. Cemxane fermî bibin, wê baştir bibe, lewra elewî hemwelatiyên vî welatî ne, ji vî welatî ra xizmetê dikin."
Ji rîspiyên elewiyan Hasan Dogan jî got ku di dîroka Komarê da kesî dest neavêtiye mijara cemxaneyan, dereng dest bi çareseriya vê mijarê kirine.