05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
ANKARA
Li Bagluma Keçîorena navçeya Enqereyê do bi şev endamên PKKya rêxistina terorê molotof avêtin otobêseke şaredariyê.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê do bi şev li Bagluma Keçîorena navçeya Enqereyê endamên PKKya rêxistina terorê molotof avêtin otobêseke şaredariyê.
Hat destnîşankirin ku êrîşkar piştî ku molotof avêtin ji ciyê bûyerê revîn.
Hat diyarkirin ku di otobêsê zirar madî çêbû û kes nemir û birîndar nebû.
Der barê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.