19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2017
VAN
Li Ercişa navçeya Wanê xwendekarên ku di Ezmûna ji Perwerdeya Sereke Derbasbûna Perwerdeya Navend (TEOG)ê da serkeftî bûn hatin xelatkirin.
Qaymeqam Mehmet Şirin Yaşar di merasîma xelatdayînê da ya ku li Navenda Perwerdaya Hemîşeyî ya Qaymeqamê Şehîd Muhammet Fatih Safîturkê bi rêva çû da axivî û wiha got, "Ji bo serkeftina xwendekaran tişta ji destê me tê em dikin. Serkeftinên xwendekaran em kêfxweş kirin."
Midûrê Perwerdeya Millî Giyasettîn Kirekin jî anî ziman ku sistema perwerdeyê rûniştiye, navçeyên din jî serkeftina Ercişê ji xwe ra mînak digirin.
Piştî axaftinan, xwendekarên serkeftiyê ezmûnê, hatin xelatkirin.