Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Anıl Aydın,Tevhid Furkan Nehri,Abdullah Söylemez
20 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2026
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê berf dibare û hewa sar e.
Li Erziromê berfa ku di rojên dawîn da dem demî dibare, duh şev zêde kir.
Piştî berfê kuçe û kolan di bin berfê da man.
Ekîb berfê paqij dikin û xoyê direşînin.
Welatiyên ku serê sibê çûn kar, berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Piştî berfê hewa sar bû û germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 10 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.
- Qers
Li Qersê berfa ku bi rojan e dem demî dibare îro jî dewam kir.
Li bajêr şofêr ji ber berfê li ser rêyan zehmetiyan dikişînin, ekîb xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Li navçeya Sariqamîşê jî berf dibare û hewa sar e.
Li ser banên avahiyan şembelûk çêbûn.
Welatiyan wesayîtên xwe bi betaniya pêçan ku ji sermayê biparêzin û berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
Çûkan zîl û zîlikên li ser şaxên daran xwarin ku zikê xwe têr bikin.
- Erdexan
Li Erdexanê berf dibare û hewa sar e.
Li bajêr ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Ji ber berfê bajar dîsa çîlspî bû.
- Agirî
Li Agiriyê jî berfê cihê xwe ji hewaya sar ra hîşt.
Ji ber hewaya sar li ser banên xaniyan şembelûk çêbûn.