29 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ARDAHAN
Waliyê Erdêxanê Mehmet Emîn Bîlmez yekîneya eskerên ku li ser sînorê Tirkiyeyê yê bi Gurcistanê ra ye nobetê digirin, ziyaret kir.

Walî Bîlmez li Çildira navçeya Erdêxanê çû qereqolên Tirkiyeyê yên li ser sînorên bi Gurcistanê ra ye û li wir ji rayedaran agahî hilda û bi eskerên nobetê digirin ra sohbet kir.
Bîlmez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wî qereqolên girêdayî yekîneyên Kurtkale û Kenarbelê ne ziyaret kir û wiha pê da çû: "Min bi çavên xwe dît ku eskerên li vê derê bi kêf û eşq karê xwe dikin."