Li Eruha navçeya bajarê Sêrtê bi çekan ve êrîşî qehwexaneyekê kirin û di êrîşê de 2 kesên wan gundparêzên berwext bi tevahî 4 kes birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, kesekî rûpêçayî hate qehwexaneyeke ku li ser kolana Komarê ye û bi debançeya xwe ve gule berî vî alî wî alî da.
Di êrîşê de Abdurahman Guneşê (58) gundparêzê berxwext ê teqwidbûyi, Omer Elçîçekê (41) gundparêzê berwext, Kadrî Tegin (34) û Kasim Yilmaz (42) birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eruhê û li wir hildan bin tedawiyê.
Polêsan ji bo girtina êrîşkar xebat dan destpêkirin.