05 Mijdar 2020•Rojanekirin: 05 Mijdar 2020
Li Qereyaziya navçeya Erziromê sitargeheke PKKya rêxistina terorê hat îmhekirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê li çol û bestên Qereyaziyê operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê dewam dikin. Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li vir sitargeheke ku berê ji hêla endamên rêxistinê va dihat bikaranîn tespît kirin.
Tîman gelek alavên jiyanê di sitargehê da dîtin, li ser fermana Dozgerê Komarê ev alav û sitargeh hat îmhekirin.
Hat daxuyandin ku ji bo ewlehî û aramiya gel, parastina can û malên wan xebatên cendirmeyan bênavber dewam dike.